TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê bombe li ber deriyê dibistanê danîn

📅 22 berfanbar 2022 14:59

PeyamaKurd Îro danê sibê bombeyeke destî li gundê Talebanî yê ser bi Dakûkê ve li ser deriyê Dibistana Şehîdan hatibû daliqandin, hat dîtin.

Li gor zanyariyan, dema danê sibê mamosteyên hatin dibistanê bombeya destî ya bi têl bi deriyê dibistanê ve girêdaye dîtin, hêzên ewlehiyê hatin agahdarkirin.

Di dema ku hêzên asayîşê bombe bi awayekî kontrolkirî pûç kirin û îmha kirin, îro li dibistanê perwerde hat rawestandin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.

Parve bike: