TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê 6 endamên DAISê hatin girtin

📅 04 adar 2020 12:32

PeyamaKurd – Di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedîn de 6 çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê hatin girtin ku yek ji wan “emîr” e.

Artêşa Iraqê ragihandiye, hêzên dijî terora Iraqê di operasyonekê de karîn 6 çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê li devereka di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedîn de bigirin. Li gorî agahiyan, yek ji wan çekdaran di nav DAIŞê de “emîr” bûye.

Ji aliyê din, li nêzîkî nahiyên Ebare û Gulale yên Diyale di teqînekê de cotkarekî kurd hat kuştin û jin û zarokek jî birîndar bûn.

Li gundê Xerze yê devera Qerac ya Mexmûrê, çekdarên DAIŞê kincên serbazî li ber kirine û du kesên sivîl bi kêran kuştine.

Parve bike: