Cîhan
Li Kanîresê êrîsa PKK ê: Leskerek hat kustin
PeyamaKurd- Li başûrê Kurdistanê li hemberê navçeya Gevera ser bi Hekkariyê ve li Kanî Reşê PKKê êrîş bir ser leşkerên Tirkiyê û di encamê de leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Leşkerê Tirkiyê li başûrê Kurdistanê operasyonê dikir û êrîş hat serê. Êrîşên PKKê bi sîlihên menzîldirêj û giran hatin kirin. Serokerkaniya Tirkiyê di mijara vê bûyerê de ragihand ku bi operasyonên bi desteka hewayî hatine destpêkirin.
Serokerkaniya Tirkiyê bûyerê ragihand û bo leşkerê xwe û malbata wî sersaxiyê da çapemeniyê.