Jiyan
Li Îstenbolê 7 kes ji PKKê hatin girtin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê 9 kesên ku bi gumana KCK/PKKê hatibûn binçavkirin, ji wan 7 kes hatin girtin.
Operasyon 5 roj berê hatibû kirin. Operasyona ku ji aliyê asayîşa Îstenbolê, ji aliyê beşa TEM ê de hatibû kirin, bi sedema êrîşa bi Molotof kokteylê, xwepêşandana bê îzin û derba lêdana erebeyan bû. Îfadeyên gumanbaran do hat temamkirin û 7 kes ji wan hatin şandin bo zîndanê û 2 kes ji wan serbest hatin berdan.