Jiyan
Li Îranê 2 zabit hatin kustin
PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê yek ji wan albay 2 zabitên artêşa Îranê hatin kuştin. Li gor ragihandina ajansa Tasnimê ku bingeha nûçeya xwe biriye ser baregeha Qudsê ya artêşa Îranê; li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Zahîdanê li meydana ewlehiya civakî bi çekan êrîşê ser leşkeran kirine.
Ajans, ragihand ku kesên hatine kuştin Albay Mehdi Mollaşahi û ji hêzên mîlîs yên Besicê Cewad Keyha ne. Bineciyên Sîstan û Belûcistanê destekekî mezin dan xwepêşandanên Jîna Emînî û di 30 yê êlûnê de bajarê Zahîdanê bûbû meydana çalakiyan. Di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê de şerê mezin çêbû bû.