Li Hurmuzê di 6 mehan de 20 deryavan mirin
RûpelNews - Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO) 68 êrîş û bûyerên bi vî rengî li Tengava Hurmuzê tomar kirine ku bûye qada pevçûneke mezin di navbera Amerîka û Îranê de.
Li gorî nirxandina rewşê ya herî dawî ya IMOyê, ji destpêka pevçûnê ve di êrîşan de herî kêm 20 deryavan û karkerên benderê jiyana xwe ji dest dane, 35 kes birîndar bûne û kesek jî winda ye.
Digel ku nêzîkî nîvê êrîş û bûyerên bi vî rengî tanker kiribûn armanc, ji sedî 20 li dijî keştiyên konteyneran û ji sedî 15 jî li dijî keştiyên barhilgir hatibûn kirin. Operasyonên Bazirganiya Deryayî yên Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) 47 ji van bûyeran wekî 'êrîş' pênasekirin.
Keştiyên bi ala Lîberyayê herî zêde ketin ber êrîşan ku 13 bûyer li ser wan qewimîn. Keştiyên bi ala Panamaya û Giravên Marshall di rêza duyemîn de bûn, her yek bi 10 bûyeran. Keştiyên bi ala Îranê jî ketin ber 4 êrîşan.