TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Hûmsê komeke çekdar êrîsî qehwexaneyê kir: 5 kustî

📅 16 mijdar 2025 13:02

PeyamaKurd- Li bajarê Hûmsê yê Sûriyê, li gundê Um Hartên yê dikve rojavayê bajêr êrîşek ji aliyê komeke çekdar pêk hat. Hate ragihandin ku di encamê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyekî xwecihî komeke çekdar êrîş bir ser qehwexaneyeke li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê û gule berdan kesên di hundirê qehwexaneyê de.

Di encama êrîşê de muxtarê gundê Wadî El Mewla jî di nav de 5 kes hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku hejmarek kes jî birîndar bûne û birîna hinekan ji wan giran e.

Parve bike: