Cîhan
Li Hewlêrê gotûbêja dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê tê kirin
PeyamaKurd - Odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê di civînekî de gotûbêja dirêjkirina qedexeya çûnûhatinê bo meha Remezanê dê bike.
Li gor zanyariyên berdest, îro Pêncşemê 23.04.2020ê demjimêr 11:00ê odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê dicive.
Civîn bo guftûgokirina li ser derxistina hejmarek rênmayiyên nû yên derbarê qedexeya çûnûhatinê ya di meha Remezanê de ye.
Derbare dirêj kirina qedexeya hatûçûnê de jî odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê, li benda biryara wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê dibe, piştre biryar û rênmayiyên nû yên derbarê dirêjkirina qedexeya hatûçûnê ji aliyê odeya operasyonê ve dê bê derxistin.