TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Hewlêrê di kargeha hesin de teqîn çêbû: Kesek mir, 3 jî birîndar bûn

📅 21 berfanbar 2021 20:46

PeyamaKurd – Li Hewler a paytexta Herêma Kurdistanê di kargeheke hesin de teqîn çêbû.

Li gorî zanyariyan di teqîna ku îro Sêşemê danê êvarê rû daye de, kesekî can daye û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku hîn sedema teqînê diyar nebûye û tîmên lêkolînê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Parve bike: