TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Hewlêrê agir bi hotelekê ket

📅 01 adar 2021 14:59

PeyamaKurd –  Li bajarê Hewlêrê, agir bi hotêlekê ket. Di encamê de ziyanên giyanî çênebûn.

Do derengiya şevê, agir bi hotêla “SINAIA Palace” li taxa Kûran ya Hewlêrê ket.

Li gor rêveberiya berevaniya sivîl ya Hewlêrê li ser wê şewatê diyar kiriye, agir bi xwaringeha hotêlê ketibû, ji ber wê jî 51 kes di nav hotêlê de asê mabûn, lê tevahiya wan kesan hatin rizgarkirin û tiştek bi kesî nehat. Tenê ziyanên madî gihîştin hotêlê.

Parve bike: