TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Hewlêrê 9 nexwesên din ên koronayê bas bûn

📅 20 nîsan 2020 18:20

PeyamaKurd - Rêveberê giştî ya tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed Fetah Celal ragihand ku 9 nexweşên din ên bi vîrusa koronayê ketibûn baş bûne û hejmara giştî kesên baş bûne gihîştiye 134 kesan li Hewlêrê.

Daxuyaniya rêveberiya tenduristiya Hewlêrê:

Hemwelatiyên xoştevî yên bajarê Hewlêrê em ji we re radigehînin ku 9 nexwaşên berketiyên vîrusa korona Covîd – 19ê piştî vergirtina çareseriya bijîşkî, bi temamî baş bûne û rewşa tenduristiya wan jî bi temamî başe. Herwaha test û kontrolên wan yek li dû yek hatine kirin ku hemû jî negatif derketin û biryar hate dayîn ji mal re bên şandin.

- Hejmara giştî ya kesên ji vîrusa korona xilas bûne û başbûne 134

- Em spasiyê dikin ji ber pêbendbûna bi rênmayiyên xweparastinê, bicîhanîna rênmayiyan misogeriya derbas kirina wê şewba cîhanî ye.

- Em spasiyê bo hemû bijîşk û karmendên tenduristiyê û temamê hêzên navxwe dikin ji ber westandina wan, ku parastina tenduristiya hemwelatiyan dikin.

Dr. Dilovan Mihemed Fetah Celal

Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê.

20.04.2020

Parve bike: