Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê erdhej!
Erdhejek bi mezinahiya 4.4an li navçeya Xaneqînê ya Diyalayê, ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, qewimî. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 15 kîlometreyan de çêbûye.
RûpelNews - Li navçeya Xaneqînê, ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, erdhejek bi mezinahiya 4.4an pêk hat. Erdhej roja Şemiyê, 29ê Tebaxê, saet di 10:15an de qewimî.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê li Xaneqînê bûye û di kûrahiya 15 kîlometreyan de çêbûye. Erdheja li vê navçeyê ku dikeve bakurê rojhilatê Bexdayê û nêzîkî sînorê Îranê ye li deverên derdorê jî hate hîskirin.
Heya niha derbarê ziyanên canî an malî yên piştî erdhejê de ti agahî nehatine belavkirin.
Di vê navberê de, AFADê jî mezinahiya erdhejê wekî 4.4 ragihand.