Li Herêma Kurdistanê dema ehliyeta dîjîtal dest pê kir
RûpelNews - Di ragihandina Wezareta Navxweyî de hat gotin ku di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, taybetmendiyek nû li ser sepanê KRDPass hate zêdekirin ku taybet e bi ehliyeta şofêriyê.
Li gorî wê ragihandinê, ew hemwelatiyên ku “ehliyeta dîjîtal a nû” hildigirin, dikarin kopiya elektronîk û hemû hûrguliyên ehliyeta xwe li ser mobîlên xwe bibînin.
Çawa tê bikaranîn?
Ji bo ku şofêr ji vê xizmetê sûd werbigire, divê van gavên li jêr bişopîne:
* Sepana KRDPass veke.
* Sepanê nû bike (update) bo guhertoya dawî.
* Biçe beşa “Cuzdan”, li wir kopiya dîjîtal a ehliyetê xuya dibe.
Karta fizîkî ne pêwîst e
Wezaretê di heman demê de ji şofêrên ku karta plastîk a ehliyetê li cem wan tune ye re dilnîyayî da. Di ragihandinê de hat diyarkirin ku di dema kontrola polîsên hatûçoyê de, nîşandana kopiya dîjîtal a ehliyetê li ser sepanê bes e û bê kêşe derbasbûn pêk tê.
Sepana KRDPass wekî deriyek elektronîk ji bo hemwelatiyên Kurdistanê xizmet dike. Ev sepan li ser herdu pergalên Android û iOS berdest e û beşek e ji pêvajoya dîjîtalkirina damezrandinên hikûmetê.