TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê cara yekem birinca reş û sor hatin hilberandin

📅 23 tebax 2026 13:28
Li Herêma Kurdistanê bi destê cotkarekî kurd cara yekem birinca reş û sor hat hilberandin.

RûpelNews - Cotkar Hesen Mele Mistefa li herêma Barzanê bi tovên ku ji Çînê anî reşan ser erd da ku birinca sor û reş hilbirîne. 

Cotkarê kurd piştî bi xîret û xebata xwe ya 3 salan gihişt aramca xwe û bi destê wî yekem car li Herêma Kurdistanê birinca reş û sor hat hilberandin.

Di çandina vê birincê de, ku di Gulanê de hat çandin û di Cotmehê de hat berhevkirin, ti gubreyên çêkirî anku nexwezayî nehatin bikaranîn. Ev birinca ku bi tevahî xwezayî ye, ji bo kesên bi nexweşiya şekir, tansiyona bilind û penceşêrê re wekî 'dermanekî xwezayî' tê pênasekirin.

Armanc hilberîna birinca kesk

Tevî bihayê bilind ê tovî, birincê ku tê hilberandin niha li sûkê her kîlo bi 6 hezar dînar tê firotin. Cotkarê ku berhemên xwe bi rêya medyaya civakî difiroşe, ragihand ku ew amade ye ku tov û piştgiriya teknîkî bide hilberînerên din jî. Armanca wî ew e ku li Herêma Kurdistanê birinca kesk cureyekî ku li Çînê tê çandin biçîne.

Hilberîn zêde dibe

Îsal li Herêma Kurdistanê li ser erdekî ji 20 hezar doniman zêdetir birinc tê çandin û tê payîn ku giştî berhem bigihîje 25 hezar tonan. Bi zêdebûna eleqeyê ji bo berhemên herêmî, tê pêşbînîkirin ku ev cureyên nû dê tevkariyeke girîng li pirrengiya çandiniyê bikin. (K24)

 

Parve bike: