Li Herêma Kurdistanê balafirên Koalîsyonê dronek xist
RûpelNews - Di navbera Amerîka û Îranê e agirbesta ku hatibû ragihandin hat dirêjkirin. Lêbelê êrişên Îran û hêzên ser bi Îranê ve yên li ser Herêma Kurdistanê ranawestin.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re ragihand ku doh bi şev li asmanê Soranê dron hatine dîtin û yek ji wan ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatiye histin.
Helgurd Şêx Necîb got, "Di navbera demjimêr 22:30 û 23:00yan de, dron li asmanê Soranê hatin dîtin. Ew dron li nêzîkî navçeya Berzêweyê ji aliyê balafirên şer ên Kolaîsyonê ve hat têkşikandin."
Bîlançoya êrişan
Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve bi 732 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 21 kesan canê xwe ji dest daye û 99 kes jî birîndar bûne.