Li Helebê ereban êrîşî kurdan kir
RûpelNews - Di beşek ji wêne û vîdyoyên bûyerê de diyar dibe ku ereb camên otomobîlan dişikînin û heqaretê li alaya Kurdistanê jî dikin.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Muslim Mihemed, ji parêzgeha Helebê ji Rûdawê re ragihand ku îro saet 10.00ê sibehê li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ahengeke taybet a cejna Newrozê hatiye sazkirin.
Muslim Mihemed da zanîn ku nêzîkî 10 hezar kes beşdarî ahengê bûne û hejmarek ji wan jî berpirsên sûriyeyî bûn, di nav de Alîkarê Parêzgarê Helebê Elî Henûre jî amade bû.
Muslim Mihemed got, piştî 15 salan ev cara yekem e ku li wî bajarî ahenga Newrozê bi awayekî fermî tê lidarxistin û aheng bi sirûda niştimanî ya "Ey Reqîb" dest pê kiriye.
Endamê Serkirdayetiya PDK-Syê eşkere kir ku hejmareke berçav a amadebûyan xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Wî da zanîn ku di dema vegerê de derdora saet 17.00an li ser rêya di navbera Til Rifet û Ezazê de ji aliyê bi dehan kesan ve rê li wan hatiye girtin.
Wekî ku Muslim Mihemed dibêje, wan kesan bi awayekî gelekî xerab êrîşî welatiyên kurd kiriye.
Muslim Mihemed her wiha got kju alaya Kurdistanê ji welatiyan standine û şewitandine, heqaret li xelkê hatiye kirin, li wan dane û camên otomobîlên wan şikandine.