TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Hatayê erdhejeke mezin a bi pileya 4.7 çêbû

📅 07 gulan 2023 13:19

PeyamaKurd - Rêveberiya Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Yekşemê li navçeya Kirikhan a Hatayê erdhejeke bi pileya 4,7 çêbûye.

Li gorî daneyên AFADê erdhej li demjimêr 11:36 û bi hêza 4.7 pileyan li navçeya Kirikhanê rû daye. Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 7.88 kîlometre bûye.

Li gorî amarên AFADê piştî erdheja 7,6 a navend Mereş ku 6ê Sibatê rû dabû, heta niha zêdetirî 33 hezar paşlerz çêbûne ku hinek ji wan bi ser 5-6 pileyan de ne.

Parve bike: