TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li gundewarên Kerkûkê 16 terorîstên DAISê hatin kustin

📅 20 mijdar 2020 21:36

PeyamaKurd – Di operasyoneke dijî DAIŞê ya li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê de, 16 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandarê Hêzên Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Saad Harbiye, ragihand ku li gundewarên başûr ên Kerkûkê dijî DAIŞê operasyon hatiye destpêkirin û got, dema operasyonê li başûrê bajarê Zegetûn û newala Hanazirê pevçûne bi qasî saetekê dom kiriye çêbûye.

Harbiye ragihand ku hevpeymaniya navdewletî jî hêla asmanî piştevaniya operasyonê kiriye û di encamê de 16 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku gelek stargehên terorîstan hatine ruxandin û gelek belge hatine desteserkirin.

Parve bike: