TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li gor qanûna nû zîndanî serbest tên berdan

📅 15 nîsan 2020 22:14

PeyamaKurd- Di meclisa Tirkiyê de qanûna înfazê bo zîndaniyan hat guhertin û ji aliyê serokkomar Tayip Erdoğan ve hat îmzekirin. Piştî îmza serokkomar qanûn di Rojnama Fermî ye Tirkiyê de hat belavkirin. Li ser temambûna pêvajoya qanûnê nû, ji zîndanên Sêrtê û Diyarbekirê dest bi tehliya zîndaniyan kirin.

Zîndaniyên ku tên berdan li gor tedbîrên koronavîrusê tên amadekirin, maske û lepikên wan hene û bi otobusên belediyeyan wan dibin malên wan.

Parve bike: