Kurdistan
Li Geverê gur êrîşî pez kir: 50 pez mirar bûn
Li Gevera Colemêrgê gurên ji çiyayê daketin deştê êrîş li keriyeke pez kirin. 50 pez mirar bûn.
RûpelNews - Gurên ji çiya û zinaran daketin berê xwe dan gundikê Manisê yê Gevera Colemrgê.
Ji tariya şevê û mijê gurên birçî ketin nav pez û di encama êrîşê de 50 pez mirar bûn nêzîkî 30 pez jî an birîndar bûn an wenda bûn.
Di nîvê şevê de, şivan û xwediyên pez bi dengên ji keriyê û qêrîna kûçikan rabûn çûn nav pez û dîtin ku pezên wan mirar bûne.
Ji bo dîtina pezên reviya bûn xebat hatin destpêkirin.