Li Fransayê hezar kes ji ber germa zêde mirin
RûpelNews - Rayedarên tenduristiyê yên Fransayê ragihandin ku ji ber germahiya zêde a ku ev çend roj in her diçe tesîra xwe li herêmên Rojavayê Ewropayê dike, hezar kes jiyana xwe ji dest da.
Ajansa Tenduristiya Giştî ya Fransayê got: "Li gorî hejmara mirinên ku di mehên berê de hatibûn tomarkirin, ji 24ê Hezîranê ve nêzîkî hezar mirinên zêde (hejmarên demkî) hatine tomarkirin."
Hat daxuyakirin ku ev hejmar texmîn in û îhtîmal e ku ji hejmarên rastîn kêmtir bin.
Di daxuyaniya ajansê de hat destnîşankirin ku herêmên di bin hişyariya sor de bi taybetî ji ber zêdebûna neasayî ya mirinan zirareke mezin dîtine, û ji sedî 85ê mirinan di nav kesên 65 salî û jortir de bûn.
Digel ku germahiyên li Fransayê yên ji 40 pileyî zêdetir bûn sedema mirina gelek kesan, vê germahiya zêde bandoreke neyînî li ser jiyana rojane jî kir. Germahiya zêde li seranserê welêt bû sedema têkçûna veguhestina trênê û hilberîna enerjiyê; qedexeyên alkolê hatin danîn, dibistan hatin girtin û çalakiyên li derve hatin paşxistin.