TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Farqînê pevçûna çekdarî: Kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn

📅 19 cotmeh 2024 15:01

PeyamaKurd – Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, di navbera gundê Hacîca û Garisiyê yên Farqîna Diyarbekirê de, ji ber sedemeke nediyar pevçûna çekdarî pêk hatiye.

Di encama pevçûna çekdarî de, Veysî Cuban (42) canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê pevçûnê hatine kirin. Piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê, kesên birîndar rakirine  Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglu a Farqînê.

Parve bike: