Jiyan
Li Elihê, zilamekî 71 salî li mala xwe mirî hat dîtin
Mehmet Doganê 71 salî, ku ev sê roj bûn tu xeber jê nehatibû wergirtin, li mala xwe ya li taxa Korik a Elihê mirî hat dîtin. Piştî ku xizm û cîranan ferq kirin bêhneke xirab ji malê tê, rewş ji rayedaran re ragihandin.
RûpelNews - Li ser vê yekê, tîmên tenduristiyê, polîs û agirkujiyê bo wê mala yek-qatî ya li Cadeya Korikê hatin şandin. Agirkuj di bin çavdêriya polîsan de ketin malê û dîtin ku Mehmet Dogan li kêleka nivîna xwe bê tevger ketiye erdê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û piştrast kirin ku Dogan jiyana xwe ji dest daye. Termê wî ji bo otopsiyê û diyarkirina sedema rastîn a mirinê, bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Elihê hat veguhestin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.