Jiyan
Li Êlihê zarokek 3 salî xeniqî
Zarokekî 3 salî yê bi navê Aydin Ş., ku li navçeya Qubînê ya Êlihê ketibû hewza avdanê, jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Zarokekî ku li Êlihê ketibû nav hewza avdanê jiyana xwe ji dest da.
Aydin Ş., yê ku li gundê Hadhadik a Beşiriyê li ber devê hewzeke ji bo avdana çandiniyê dihat bikaranîn dilîst, hevsengiya xwe winda kir û ket nav avê.
Zarok ji aliyê xizmên wî ve, yên ku piştî demekê rewş ferq kiribûn, ji avê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê.
Tevî destwerdana bijîşkî Aydin Ş. Jiyana xwe ji dest da. (Çavkanî: AA)