TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Elazîzê erdhej!

📅 19 îlon 2026 14:54
Li navçeya Sivrice ya Elazîzê erdhejeke bi mezinahiya 3.4an çêbû.

RûpelNews - Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), erdhej di saet 13:03an de pêk hat û navenda wê wekî Sivrice hate diyarkirin. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 13.03 kîlometreyan de çêbûye.

Çavdêrxaneya Kandilli û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê jî navenda erdhejê wekî Kavallı-Sivrice ragihand. Li gorî daneyên Kandilliyê, mezinahiya erdhejê 3.4 bû û di kûrahiya 5 kîlometreyan de pêk hat.

Piştî erdhejê, heta niha derbarê ti ziyan an windahiyên canî de ti agahî nehatine ragihandin.

Parve bike: