Li Efxanistanê perwerdehiya 2.4 milyon keçan hat qedexekirin
RûpelNews - Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku, ji dema ku Talîban di sala 2021an de li Efxanistanê vegeriya ser desthilatdariyê, derfeta xwendina asta navîn a nêzîkî 2.4 milyon keçan hat qedexekirin.
Digel ku rejîma Talîbanê rêzek sînordarkirin li ser jin û keçan ferz kiriye, Neteweyên Yekbûyî van polîtîkayan wekî 'apartheida zayendî' bi nav kir. Di bin vê polîtîkayê de, ku rejîma Talîbanê bi îdiaya şîroveya xwe ya şeriata Îslamê rewa dibîne, destûr nayê dayîn ku keç xwendina xwe ji dibistana seretayî wêdetir bidomînin.
UNESCO ragihand ku hejmara keçên ji perwerdehiya navîn bêpar, li gorî sala borî, 200 hezar zêde bûye. UNESCO hişyarî da ku eger qedexe berdewam bike, hejmara keçên ji perwerdehiyê bêpar dikare heta sala 2030an bigihîje nêzîkî 4 milyonî.
Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku, ji dema ku Talîban di sala 2021'an de li Efxanistanê vegeriya ser desthilatdariyê, derfeta xwendina navîn ji nêzîkî 2.4 milyon keçan hatiye qedexekirin.
Digel ku rejîma Talîbanê rêzek sînordarkirin li ser jin û keçan ferz kiriye, Neteweyên Yekbûyî van polîtîkayan wekî 'apartheida zayendî' bi nav kiriye. Di bin vê polîtîkayê de, ku rejîma Talîbanê bi îdiaya şîroveya xwe ya şeriata Îslamê rewa dibîne, destûr nayê dayîn ku keç xwendina xwe ji dibistana seretayî wêdetir bidomînin.
UNESCO ragihand ku hejmara keçên ji perwerdehiya navîn bêpar, li gorî sala borî, 200 hezar zêde bûye. UNESCO hişyarî da ku eger qedexe berdewam bike, hejmara keçên ji perwerdehiyê bêpar dikare heta sala 2030'an bigihîje nêzîkî 4 milyonî.