TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Efrînê teqîn çêbû: Birîndar heye

📅 20 gulan 2021 09:29

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyekê de, zarokek birîndar bû.

Li çavkaniyên xwecîhî, li nêzîkî xaçerêya Newroz a li navenda Efrînê bombeyek teqiya û zarokek birîndar bû.

Efrîn ji 18ê Adara 2018an ve di bin kontrola komên çekdar ên Tirkiyê de ye. Ji wê demê ve li nav bajêr car caran teqîn çêdibin û di encama teqînan de welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Parve bike: