TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Efrînê otomobîla fermandarekî çekdaran hat teqandin

📅 19 tîrmeh 2020 14:07

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li Efrînê teqînekê rû daye û li gor zanyariyên destpêkê 13 kes birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku li nava bajarê Efrînê bombeyek bi otombîlekê de teqiya û herî kêm 13 kes birîndar bûne.

Li ser medya civakî jî hat belavkirin ku bombe bi otomobîla fermandarê koma çekdar Feylaq Şam Hisen Bedran de hatiye teqandin ku di encamê de mirî û birîndar hene.

Parve bike: