TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Efrîna dagirkirî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 8 Kurd revandin

📅 12 îlon 2020 16:58

PeyamaKurd - Li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, jinek jî di nav de 8 welatiyên Kurd revandin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de belav kir, komên çekdar 8 kesên Kurd bi tohmetên cuda, ji Efrînê û gundên wê û bi taybet ji bajarokê Cindirêsê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji dema dagirkirina Efrînê ya ji 18ê Adara 2018an de, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin jî heta niha ne diyar e.

Parve bike: