TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Diyarbekirê petrol hat dîtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 30 nîsan 2026 17:11
Li kampusa Zanîngeha Dîcle ya li Diyarbekirê piştî lêkolînên sîsmîk hatin kirin, neft hat dîtin. Hat ragihandin ku bi giştî şeş bîr li nava kampusê dê bên kolandin.

RûpelNews - Hat ragihandin ku li kampusa Zanîngeha Dîcle ya li Diyarbekirê, piştî xebatên ku hatine kirin, petrol hatiye dîtin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve derbarê mijarê de hat weşandin, hat gotin: 'Wekî encama karên lêgerîna sîsmîk ên ku li ser erda bi hejmara 41 a bloka 7567, ya ku dikeve taxa Yigitçavuş a navçeya Sûrê ya parêzgeha Diyarbekirê û aîdî zanîngeha me ye, hatine kirin, ji bo mebesta kolandina bîran li ser wê eraziyê, daxwazek ji bo kirêkirina qada têkildar ji bo heyama 10 salan hatiye kirin.'

Hat destnîşan kirin ku operasyonên kolandinê dê li du cihên cuda yên di nav kampusê de bi giştî 6 bîr dê bên kolandin.

Digel ku lêçûnên destpêkê ji bo operasyonên sondajê bi qasî 20 milyon dolarî têne texmînkirin, heke petrol were dîtin, tê plankirin ku hilberîna her bîrekê rojane 150 varîl be. Tê gotin ku ev qebareya hilberînê dikare salane bigihîje nêzîkî 328 hezar û 500 varîl an bermîlan.
 

 

Parve bike: