TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Diyarbekirê mîtînga azadî û astiyê tê lidarxistin

📅 08 sibat 2025 10:26

PeyamaKurd – Îro li Diyarbekirê mîtinga aştiyê ya ji bo azadiyê tê lidarxistin.

Mîtînga ku wê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk were, Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan jî wê beşdar bibe.

Beriya mîtîngê ji bo tevlêbûna gel a mîtîngê li her taxê ziyaret hatin kirin.

Parlamenter û şaredarên Partiya DEM'ê serdana esnafan kirin, broşur belav kirin û gel vexwendin mîtîngê.

Di mîtîngê de bi armanca avakirina aştiya civakî, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û parastina mafê jiyana azad tê xwestin. 

Parve bike: