TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Dîlokê helîkoptera polîsan ket: 2 pîlot mirin

📅 04 sibat 2024 10:26

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî helîkoptereke polîsê Tirkiyeyê, li derdora navçeya Nurdag a bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kete xwar.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku helîkopter dema ku ji Balafirgeha Dîlokê diçû ber bi Balafirgeha Hatayê ve, li gundê Kartal ê navçeya Nurdagiyê ketiye xwarê.

Yerlîkaya daye zanîn ku ji ber pirsgrêka teknîkî helîkopter ketiye û 2 pîlotên tê de can dane. Herwiha teknîsyenekî di helîkopterê de jî birîndar bûye.

Parve bike: