TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li dijî peykên (satalaytên) Amerîka Rûsya sîlihên lazerî çêdike

📅 11 adar 2018 17:23

Ajansa Rûsyayê ya Interfaxê nûçeyekî belav kir û weka çavkanî maqamên leşerî nîşan da. Şîrketa Rûs ya bi navê Almaz-Antey ku şîrketa sanayiye ye, sîlih çêkiriye ku dikare deyne ser balafirê û dikare sîlihê ji erdê bi kontrol bike.

Heya niha kes rastiya nûçeyê sererast nekiriye lê tê zanîn ku di vê mijarê de xebata Rûsyayê heye. Çêkerê bernama Almaz-Antey yê giştî Pavel Sozinov sala borî di meha nîsanê de hevpeyvînekî dabû ajansa Ria Novosti û tê de ragihandibû ku dewletê jê xwestiye sîlihan çêbike da karibin bi wan sîlihan heyiyên di feleka satalaytê de bin, karibe bi awayeka elektronîk rast e rast mudaxeleyê wan bike.

Pêşdebirina bernameya lazerkî di dema Sowyetê de destpêkiribû û li ser wê bingehê sîliheka nû hatiye çêkirin. Nehat gotin bê wê li ser kîjan alava hewayî bê montekirin. Li gor ajansa Interfaxê wê di sîstema antî-satalaytê de bargeha kontrola erdê û sîstema radarê hebe.

Pispor dibêjin Rûsya, di dema aloziyê de setelaytên Amerîkayê ji xwe re weke tehdîd qebûl dikin û bo tedbîrên xwe bistînin xebateka zêde dikin.

Li hemberê satalaytên di dervayê atmosferê de ku bi sedam km dûrin, teknolojiya lazerê, sîliha herî bi bandor tê qebûlkirin. Amerîka û Çîn di vî warî de xebatên ji dil dikin.

Parve bike: