Li Deryaya Reş wesayîta teqemenî barkirî hat teqandin
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Romanyayê Radu Dinel Miruta diyar kir ku tîmên Peravê li nêzîkî herêma ku operasyonên derxistina gaza xwezayî li ser platforma Neptun Deep a li Deryaya Reş lê tên kirin, wesayîta binavê ya bêmirov tespît kirin.
Miruta di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di bin koordînasyona Serokomarê Romanyayê Nicuşor Dan de biryar hat dayîn ku ev wesayîta teqemenî barkirî were îmhakirin da ku jiyana bi sedan kesên ku li herêmê dixebitin were parastin û binesaziya krîtîk were ewlekirin. Du firokeyên şer ên F-16 hatin şandin. Wesayîta binavê ya teqemenî tê de bû, hat îmhakirin."
Miruta destnîşan kir ku, bi rêya pêwendiya rasterast a ku vê dawiyê bi Ukraynayê re hatibû danîn, wî piştrastkirina fermî wergirtiye ku wesayîta hat teqandin ne ji Ukraynayê ye.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, li ser mijarê axivî û got: "Kampanyayeke gefan a her ku diçe dijwartir dibe didome ku di nav welatiyên me de dibe sedema metrisiyê û hewla perçekirina yekîtiya me dide. Ev şerê hîbrîd e."