TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Deryaya Egeyê bi pileya 5,1an erdhej çêbû

📅 09 sibat 2025 23:01

PeyamaKurd – Li Deryaya Egeyê di saet 22.05an de bi lerza 5,1an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 5,1an ku navenda wê Deryaya Egeyê ye hat qeydkirin.

Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Parve bike: