Tirkiye
Li Dêrsimê ji ber berfa zêde jiyana rojane zehmet bûye
Barîna berfê ya zêde li Dêrsimê bandora xwe li ser jiyana rojane didomîne. Welatî, bi taybetî li taxên gundewarî yên ku rêyên wan hatine girtin, rastî zehmetiyan tên.
Wêne: RûpelNews
RûpelNews - Barîna berfê di meha Adarê de jî berdewam dike. Li derdora gundewaran zêdetirî metreyekê berf bariya ye. Saziyên paqijkirina rêyan hewl didin ku rêyên girtî ji nû ve vekin. Karê ku bi makîneyên giran tê kirin, tevî şert û mercên hewayê yên nebaş jî, berdewam dike.
Hişyarî hat dayîn
Rayedaran bang li welatiyan kir ku ji bilî rewşên pir pêwîst rêwîtiyê nekin û guh bidin hişyariyên ku hatine dayîn. Hatiye ragihandin ku heta ku veguhastin vegere ser asayiya xwe, hewldanên paqijkirina berfê dê berdewam bikin.