Tirkiye
Li Dêrsimê di demsala biharê de paqijkirina berfê berdewam e
Tevî hatina biharê, ji barîna zêde ya berfê li Dêrsimê rêyên gundan ji hatûçûnê re girtine. Tîmên paqijkirina berfê ji bo ku rêyên girtî vekin dixebitin.
RûpelNews - Berfbarîna zêde ya ku bandorê li Dersimê dike, bi taybetî bandoreke neyînî li gundewaran dike.
Bilindahiya berfê ji zêdetirî mereyekê ye
Rayedaran diyar kirin ku di hin deveran de stûratiya berfê ji metreyekê derbas bûye. Hat ragihandin ku, tevî şert û mercên dijwar jî tîmên rakirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî, bê navber karê xwe didomînin.
Welatî hatin hişyarkirin
Desthilatdaran her wiha bang li welatiyan kir ku li deverên ku barîna berfê lê berdewam e, baldar bin. Wan ji mirovan xwest ku heta ku pir pêwîst nebe rêwîtiyê nekin û li hember rîskên muhtemel tedbîrên xwe bigirin.