TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Daqûqê teqîn: Leskerekî Iraqê can da 2 lesker jî birîndar bûn

📅 22 cotmeh 2020 11:10

PeyamaKurd – Ji ber teqînekê, li nevçeya Daqûq a Kerkûkê şeva borî leşkerekî Iraqê ji ber teqîna bombeyekê can da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên xwecîhî, derengiya şeva borî, li gundê Tamûr ê sînorê navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê bombeyeke vedayî di wesayîteke artêşa Iraqê de hate teqandin. Ji ber wê teqînê leşkerekî can da û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin, birîndar bo nexwaşxaneyê hatin veguhestin û hêzên ewlehiyê pişt re çûn wî gundê teqîn lê pêk hat.

Parve bike: