TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Dêrsimê pevçûn çêbû û 4 kes birîndar bûn

📅 15 nîsan 2024 23:01

PeyamaKurd – Di navenda Dêrsimê li taxa Moğultayê li kolana qelebalix ku gelek çayxane lê hene, pevçûn derket.

Di pevçûnê de bi kêran li hev xistin û 4 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xedare. Ambûlans û polîs çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxanê.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.Lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Parve bike: