Kurdistan
Li Colemêrgê erd hilweşiya
Ji ber berf û barana zêde ku van rojên dawî bandorê li Colemêrgê dike, tê texmînkirin ku ji ber qelş, nizimbûn û hilweşîna axê, li tesîsa bermayiyên hişk û qada wê ya li nêzîkî gundikê Kertwînê gundê Sîvelanê, bi qasî 2 milyon metresêca ax hilweşiya.
RûpelNews - Hilweşîna li Colemêrgê zirar gihand tesîsa bermayiyên hişk a entegre û qada wê.
Şaredarê Şemzînanê û Serokê Yekîtiya Rêveberiya Bermayiyên Hişk Fahri Şakar, ji AAyê re ragihand ku li gorî texmînên wan di hilweşana axê de nêzîkî 2 milyon metresêca ax şemitiye.
Çûnûhatina bi yek şerîdê tê birêvebirin
Şakar diyar kir ku rewşa avahiyan xirab e, li herêmê qelşên kûr çêbûne û girseya axê ber bi rê ve diçe.
Piştî hilweşanê, li ser rêya Wan û Colemêrgê ya nêzîkî gundê Kertênîs qelş û çal çêbûn. Tîmên ji Rêvebiriya Herêmî ya Rêyên Giştî ya 114emîn ku ji bo herêmê hatibûn şandin, bi makîneyên giran karên kolandin û dagirtinê pêk anîn.
Çûnûhatina li beşa zerardîtî niha bi rêya yek şerîdê tê birêvebirin.