Tirkiye
Li Cizîrê du malbat pev çûn: 8 kes birîndar bûn
Li Cizîra Şirnexê du malbatên ku merivên hev bûn bi dar û kêr pev çûn. Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li Cizîrê du malbatên ku berê navbera wan de pirsgirêk hebûn li ser kolanê hatin hemberî hev pêşî nîqaş kirin paşê li hev xistin.
Her du alî bi kêr, dar, û keviran êrîşî hev kirin. Tîmên polêsan û tendûristî sewqî cîhê bûyerê hatin kirin. Bi mudaxaleya polêsan her du alî ji cîhê bûyerê hatin dûrxistin.
Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn. Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê. 17 kes jî hatin desteserkirin.