TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Çapaqçûrê ambûlansekî wergeriya: 3 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn

📅 07 tebax 2021 22:19

PeyamaKurd – Li bajarê Çapaqçûrê (Bingol) li Kanîreşê (Karlıova) ambûlansekî wergeriya û 3 xebatkarên tenduristiyê tê de birîndar bûn.

Ajotvanê ambûlansê Doğan Aktekin û 2 xebatkarên din di qezayê de birîndar bûn. Her 3 birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Çapaqçûrê û hat ragihandin ku rewşa wan başe.

Parve bike: