Li Bursayê serê jineke 65 salî hat birîn
RûpelNews - Li navçeya Gemlik a Bursayê, li Kolana Yavuz a li Taxa Hamîdiye yê jineke 65 salî ku nave wê Fatma Ekîncî bû li mala xwe sere wî jêkirî hat dîtin.
Li gorî agahiyan, mêrê Fatma Ekîncî, Nîhat Ekîncî (69), ji bo nimêja înê ji malê derket. Dema ku vegeriya malê, dît ku jina wî li erdê bêliv dirêj bûye. Piştre tîmên polîs û bijîşkî şandin cihê bûyerê.
Muayeneya destpêkê ya ji hêla karmendên bijîşkî ve diyar kir ku Fatma Ekîncî, dayika du zarokan, ji ber ser jêkirinê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Bursayê.
Piştî bûyerê, tîmên Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê li herêmê lêpirsînek berfireh dan destpêkirin. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên ji derdora wê têne nirxandin, û lêpirsîn ji bo tespîtkirina sûcdar(ên) kuştinê berdewam dike.
Polîs hemî îhtîmalan di derbarê ka bûyer çawa çêbûye de dinirxîne.