TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Bexdayê bi roketan li Xeta Kesk xistin

📅 23 sibat 2021 00:55

PeyamaKurd – Li Iraqê li payîtext Bexdayê bi roketan li Xeta Kesk xistin ku di nava Xetê de sefareta Amerîkayê, mîsyonên biyanî û malên rêvebirên hukumetê hene. Di êrîşê de hinek alavên weka otomobîl û yên din zerarê dîn lê nehat zanîn bê kes miriye, birîndar bûye an na.

Rêvebirên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku 4 roketên Katyuşa avêtine deverê û yek ji wan li nêzî ciyê avahiya Iraqê ya Ewlehiya Netewî û otoparkê ketiye.

Parve bike: