TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Batmanê li ser pirsgirêka arazî kesekî hat kustin

📅 22 îlon 2023 00:50

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li gundê Bileyderê (Binatlı) li ser pirsgirêka arazî di navbera eqrebayan de pevçûn derket û di encamê de kesên bi navên Abdülaziz G. (42) û Mehmet G. (39) birîndar bûn.

Birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê lê Abdülaziz G. li nexweşxanê can da. Birîndarê bi navê Mehmet G. niha li nexweşxanê tê tedawîkirin.

Cendirme li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike.

Parve bike: