TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li basûrê wîlayeta Californiyayê, balafireke leskerî ya Amerîkî ket xwarê

📅 09 hezîran 2022 13:13

PeyamaKurd – Li başûrê wîlayeta Californiyayê, balafireke leşkerî ya Amerîkî ket xwarê û 5 endamên hêzên Marînz jî tê de bûn.

Li gor çavkaniyeke ji artêşa Amerîkî ji ajansa “AFP” re diyar kiriye, ew balafir li nêzîkî herêma Glamîs a 35 km dûrî sînorê Meksîkayê ket xwarê û heta niha tu agahî li ser çarenivîsa kesên tê de bûn nehatine zanîn.

Herwiha destnîşan kiriye: “5 endamên Marînz ên deryayî di balafirê de bûn û em li benda piştrastkirina rewşa wan hemûyan in.”

Di berdewamiyê de eşkere kiriye, tîmên bijîşkî û ambulansên leşkerî gihîştine cihê bûyerê.

Hat zanîn ku ew balafir ji cureya MV-22B Osprey ye û ser bi Baregeha Hêza Asmanî ya Marînzên Camp Pendleton e.

Parve bike: