TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Balqanan dor li Rûsyayê teng dibe

📅 03 tîrmeh 2018 20:27

PeyamaKurd - Dîplomat û akademîsyenên Makedonî piştî peymanê ya çareseriya pirsgirêka nav ku bi Yewnanistanê re hat îmzekirin, li ser endamtiya NATO û Yekîtiya Ewropayê ya Makedonyayê sekinîn.

Di navbera Makedonya û Yewnanistanê de peyman hat îmzekirin û li gor peymanê navê Makedonyayê wê biguhere û bibe "Komara Makedonyayê ya Bakur". Bi peymanê rê li ber vî welatî vebû ku bibe endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê. Heta niha Yewnanistanê ev rê li ber Makedonyayê birîbû, lê astengî hatin rakirin.

Piştî ku peyman hat îmzekirin, tê payîn ku NATO di nav vê mehê de bi awayekî fermî teklîfa endamtiyê bide Makedonyayê. Yekîtiya Ewropayê jî ji bo destpêka mizakereyên beşdariyê dîroka 19ê hezîrana 2019an eşkere kir.

Parve bike: