TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li balafirgeha Ataturk a Stenbolê teqîn çêbû

📅 09 hezîran 2021 15:08

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê nîvro li dor demjimêr 11:00 teqînek li nav balafirgeha Ataturk a Stenbolê ya Tirkiyê çêbû.

Li gorî zanyariyên rayedarên balafirgehê dane, teqîn di hangara temîra balafiran a THYê de rû daye û tubê oksîjenê teqiyaye.

Berpirsên balafirgehê ragihandine ku di encama bûyerê de ti ziyaneke canî çênebûye û agirê piştî teqînê derketiye jî hatiye vemirandin û bandora teqînê li ser balafiran çênebûye.

Parve bike: