TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê du keçên Kurd hatin girtin

📅 14 cotmeh 2022 10:01

PeyamaKurd – Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, du keçên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin û piştî temamkirina soza ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin hatin berdan.

Li gorî zanyariyan, do Pêncşemê hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê girtin ser malekê û 2 keçên bi navê Rojîn û Ruya bi tohmeta beşdarbûna xwepêşandanên rojên borî li wî bajarî girtin.

Hat ragihandin, her du keçên 18 salî hatin girtin û soz dan ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin û serbest hatin berdan.

Parve bike: