TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li bajarê Humusê di salona leystikê de 2 kes hatin kustin

📅 16 mijdar 2025 00:08

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Humusê li gundê Um Hareteynê kesekî çekdar dikeve salona leystikê û bi çeka xwe berî der û dora xwe dide û di encamê de du kesan dikuje.

Televîzyona dewletê ya el-Exbariye bûyerê ragihandiye û binkeya agahiya xwe biriye ser çavkaniyên asayîşê. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne ciyê bûyerê û bo kujer bigrin dixebitin.

Parve bike: